Kurdî: PEYMANA TÎDÖ BI ZIMANEKÎ ZELAL

PEYMANA TÎDÖ BI ZIMANEKÎ ZELAL 

Ev guhertoyeke bi zimanê kurt û sade ya Peymana Tidö ye.

Armanca nivîsarê belavkirina zanyariye li ser rêkeftinê ji bo komkirina dijberiya/opozîsyonê yan jî rêyên din ji bo mijûlbûna bi pêşniyarên hikûmetê yên ku ji rêkeftinê derdi kevin e. Ev vedera bi Swêdî, Îngilîzî, Erebî, Kurdî, Farsî, Somalî, Tirkî û Spanî heye.

PÊŞGOTIN

Peymana TÎDO di navbera partiyên rastgir yên hikûmeta Swêdê de - Muhafazakar, Demokratên Xiristiyan û Lîberal - û Demokratên Swêdê (SD) de ye. Têçavrêkirin ku ev peyman firsendên curbecur ji bo hevkariyeke çalak di navbera van çar aliyan de peyda bike. Ew dixwazin demek dirêj bi hev re bixebitin û guhertinên mezin çêbikin û nîşan bidin ku ev hevkarî kane cûdahiyek rastîn çêbike. Peyman çend xalan dihewîne da ku aliyên wê kanibin encamên zû nîşan bidin, ji ber vê yekê jî divê lêkolîn "Pêşniyazên Pêkan Bikin" yan jî rêbazên "Encamên Baştirîn Bi Xwe Re Hînin" werin bikaranîn. Ew dixwazin her tiştî bi hev re bikin: tiştên wekî pirsgirêk dibînin nas dikin û dûv re çareseriyan peyda dikin û guhertinan dikin. Ji ber ku SD ne beşeke hikûmeta Swêdêye, wê peyman jê re pir girîng e. Di peymanê de, SD wek "Partiyeke Ne Hevkarê Desthilatdar e" tê binavkirin û serokê partiyê bi serokên partiyên din re di nav "Desteya Navxweyî" de cih digire.

Peyman li keleheke derveyî Västeråsê bi navê Kela Tîdö hatiye êmzekirin. Her çend jê re peyman tê gotin jî, tiştê ku di Peymana Tîdö de hatî nivîsandin bi zagûnî re ne girêdayî ye. Gelek tiştên ku ew dibêje dibe ku kok ne gengaz û mimkun be. Gelek rexne li peymanê ji aliyê rêxistinên mafên mirovan, sendîka û gelek pisporan ve hatin kirin. Gelekan peyman wekî polîtîkayek venîşan û îşaretê bi nav dikin, hinên din jî wekî hewldanek ji bo guhertina bi kok û radîkal awayê meşandina ramyarî û siyasetê dibînin. Di vê nivîsarê de, em heft hêmanên Peymanê vedigirin. Di bin her sernavê de pêşî kurtenivîsek û paşê jî şîroveyek li ser pêşniyaran heye.

Peyva hevpar "Projeya Hevkarî" ye, ango qadên cuda yên ku alî dixwazin tê de guhertinan bikin. Li gorî partiyan armanc ewe ku her aliyek beşdarî hemû aliyên guhertinan bibe. Divê SD jî wek partiyên din xwedî bandor be û partiyên din jî hemû tiştên ku di desthilatdarê de dibin ji SD re ragihînin. Di heman demê de dema ku pêşniyar têne pêşkêş kirin divê destûr were dayîn ku SD jî beşdarî civînên çapemeniyê bibe. Di sala yekem de, partî dixwazin li ser: lênihêrîna noşî û tenduristî, srûşt û xweza, tîn û enerjî, tewan û sûc, koçberî û dûrdarî, komcivakî û entegrasyonê, perwerde û xwedîkirin, aborî û çandê, bixebitin.

HEFTBEŞÊN PEYMANÊ

1 • LÊNÊRÎNA TENDURISTÎ

Beşa li ser lênerîna tenduristiyê bi berpirsiyarî û kontrola rasterast û yekser ya dewletê ve girêdayî ye. Kiryarê bingehîn encamên rastîn e, ango nexweşxane yan navenda tenduristiyê li gorî tiştê ku ew bi rastî pêk tîne, ne ku ew plan dike ku bike budceyek distîne. Divê navendeke tenduristiyê ya ji aliyê dewletê ve were birêvebirin û ji bo jidayikbûnê jî planek neteweyî hebe. Divê her kes bijîşk ango doktorê xwe yê têkiliyê hebe. Binesaziya dîjîtal a pergala lênihêrîna tenduristiyê dê were guheztin da ku lênihêrîna tenduristî li seranserê welêt mîna hev bibe, wekî ku di dermanxaneyan de ye.

  • Pêdiviyên ziman yên ji bo kesên ku di lênêrîna pîran de dixebitin dê bêne lêkolîn kirin.
  • Divê dewlet ne ji herêman lê ji tenduristiyê re berpirsyar be.
  • Ji bo doktorê diranan divê di warê dravdanê de guhertin bên kirin.
  • Lênêrîna penceşêrê divê biguhere.
  • Divê planek ji bo guhertina lênêrîna jinên ku dizên were danîn.
  • Guhertinên lênêrîna diranan da ku dravdan û berdêl mîna pergala lênihêrîna tenduristiyê ya mayî be. 
  • Pêdivîye ku pêwîstiyên zimanî di nav lênihêrîna kal û pîran de bêne girtin.

2• SRÛŞT Û TÎN/ererjî

Di beşa duyem a peymanê de çalakiya srûşt û avhewayê bi tîn û enerjiyê ve hat girêdan. Ji ber ku hema hema tevahiya mijarê li dora enerjiya nûkleer dizivire. Partî zêdetir tîna nûkleerî dixwazin. Dixwazin armanca berê ya ku divê Swêd enerjiya nûjenkirî, ji çavkaniyên ku Gergerî û neqedin, bikar bîne, li pey xwe bihêlin. Di şûna wê de, ew armancek hilberîna elektrîkê ya bê fosîl dixwazin, tê vê wateyê ku elektrîk rasterast ji sotemeniyên fosîl ên wekî neft, komir an gaz nayê hilberandin. Divê lêkolînek bilez li ser jinûve destpêkirina Navgera ango Santrala Nûkleerî ya Rîngal were kirin. Qedexe dê bi qanûnek bi navê Zagona Jîngehê ya Swêdê were rakirin da ku rê bide reaktorên nû li ji dehan zêdetir di heman demê de bixebitin. Qedexeya ji nû ve destpêkirina reaktorên girtî dê bê rakirin. Welat dê piştgiriya enerjiya nûkleerî bike. Divê ji bo otomobîlên elektrîkê bêtir tînmij ango şarjker hebin. Ji xeynî enerjiya nûkleerî, ti tedbîrên din yên rizgariya srûştê nehatine gotin.

  • Navberên/Santralên nû yên nukleerî dê bên çêkirin.
  • Di şûna enerjiya "Nûvebar" de, ew dixwazin armanc ji sotemeniyên fosîl bêpar be.
  • 400 milyar kron dê ji bo destpêkirina bikaranîna tîna nûkleerê dîsa were bikaranîn.
  • Divê girtina navgerên nûkleerî bê rawestandin.
  • Rînghals dê ji nû ve dest pê bike.
  • Divê reaktorên girtî ji nû ve werin destpêkirin. Îro qedexe ye

3• TEWAN ANGO SÛC

Peymana Tîdö, tewan û sûcê çeteyan li Swêdê pirsgirêka herî girîng ya civakîye û herî zêde bala xwe dide ser tedbîrên ku li dijî vî cûre sûc têne girtin. Bi ser de, hin çêkerê ango reform hene ku ew bawer dikin ku dê tundûtûjiyê di têkiliyên nêzîk û xwedîkirina hişber û çekan de kêm bike.

Gelek ji reforman bi sûcê ciwanan ve girêdayî ye. Bi tevayî, pêşnûme cezayên dirêjtir ji bo ciwanên ku sûcan dikin û bêtir derfet e ku zarok û nûciwanên ku "bi çalakiyên sûcdar re di têkiliyê de ne" bibin nav lênihêrîna civakî. Ev wateyek ne diyar e. Di vê navberê de, tokê û cezayên girantir ji bo tawanên li dijî karbidestên giştî, wek efserên polîs an yên din ên ku di rayedarên giştî de dixebitin, têne pêşniyar kirin. Tole ango ceza dê bên guhertin da ku bêtir sûc bibin sedema zindanê û kesên mehkûm jî zêdetir demên xwe di girtîgehê de derbas bikin. Di peymanê de ji bo zêdekirina çavdêriyê gelek pêşniyar hene. Çend pêşniyar li ser derxistina ji ber sûcê rêxistin. Peyman her weha toleyên nû ku wekî toleyê girtîgehê tê zanîn, ku dibe ku girtina bêdawî jî di nav de hebe, ku mehkûm tenê dema ku ew nema xeternak were dîtin were berdan. Alî jî dixwazin ku li welatên din cîhê zindanê bi kirê bidin, da ku kesên li Swêdê hatine mehkûmkirin, tole û cezayê xwe li derveyî Swêdê derbas bikin. Beşek ji wan pêşniyaran li gorî gelek pisporan dê guhertinên girîng bi xwe re bîne, prensîbên serweriya qanûnê tehdîd bike û hin pêşniyaran jî pêwîstî bi guhertina destûrî were cîbicîkirin heye.

  • Heger te sûc nekiribe jî bûyîna endamê komeke sûcdar tê tole û ceza kirin.
  • Sûcdarên çeteyan divê ducarî tole û cezayê bistînin.
  • Divê ceza girtîgehê wekî tole bê birîn. Ango kesek kane ji bo demek nediyar di girtîgehê de rûne, heya ku dezgeha girtîgeh û lêpirsînê nebîne ku ew êdî ji bo civakê xeternak e.
  • Kanibû tedbîrên zorê yên veşartî, wekî berhevkirina daneyan û çavdêriya kamerayê, were bikar anîn.
  • Divê li hin deveran qadên lêgerînê bên çêkirin ku polês ji bo demek sînordar her kesî kontrol bike her çend gumana sûc tune be jî. Qada lêgerînê tenê li ser daxwaza dozger piştî ku sûc hate kirin kane were sepandin.
  • Divê destûr bidin şahidên nenas. Ev tê wê wateyê ku mirov kanin li dadgehê îfadeyê bidin bêyî ku tawanbar an gumanbar bizane şahid kî ye.
  • Destnîşankirina qedexeya rûniştinê wekî ceza. Ev tê wê wateyê ku mirov kane ji mayîna li herêmek niştecîbûnê were qedexe kirin heke dadgeh biryar bide ku qedexe dê pêşî li sûcên din bigire.
  • Kesên ku 18 saliya xwe derbas kirine, ceza nayên kêmkirin.
  • Kêmkirina mayeyê hate rakirin. Ango mirov kane di heman demê de gelek sûcên biçûk bike, e bi gelek salan cezayê girtîgehê were birîn.
  • Divê ji bo sûcên kêmtir giran daxwaza girtina pêşwext were kirin.
  • Girtîgeh kanin li derve bi kirê bên dayîn.
  • Qedexeya parsekiyê dê bê lêkolînkirin.

4• KOÇBERÎ Û ENTEGRASYN

Partî dixwazin civak di "Nêrîna Xwe Ya Koçberiyê" de biguhere. Koçberî beşa herî mezin a peymanê ye, ya duyemîn e û du caran ji beşa sûcê dirêjtir e. Di peymanê de du xalên herî pêş in. Alî dixwazin siyaseta xwe ya koçberiyê li gorî asta herî kêm a qanûnên Yekîtiya Ewropayê biguncînin. "Swêd dê di nêzîkatiya xwe ya ji bo penaberiyê bi ti awayî dilnermtir nebe," ew dibêjin. Alî dixwazin bêtir amûrên teknîkî bikarbînin da ku kesek nas bikin, wekî DNA. Ew dixwazin ku polîs bêtir kesên ku ew difikirin ku mafê wan tune ku li Swêdê bijîn kontrol bike; Ji vê re "Kontrolên Biyaniyan Yên Navxweyî" tê gotin. Partî dixwazin bi zorê yan bi dilxwazî zêdetir koçberan bikin ku biçin welatekî ku berê lê dijiyan û ji bo peydakirina kar ji bo wan zehmettir bikin ku werin Swêdê, ku wekî koçberiya kar tê zanîn. Di heman demê de ew dixwazin ku ji nû ve hevgirtina malbatên ji hev cihêbûyî dijwartir bikin. Ew dixwazin penaxwazan neçar bikin ku di dema penaxwaziyê de li kampan, an jî bi navê navendên derbasbûnê bijîn û dixwazin ku penaxwaz bi xwe mafê wergêr, parêzer, xwarin û rûniştinê bidin. Di heman demê de, ew dixwazin ku penaxwaz di pêvajoya penaberiyê de nikanibin kar bikin. Ew dixwazin sirgûnkirina kesên ne-welatî hêsantir bikin ji ber ku ew bi awayê ku partî difikire ku divê mirov bijîn najîn - ya ku wekî hewcedariya karakterek baş tê zanîn ev e. Mînak dixwazin jinên ku di fuhûşê de tên îstîsmarkirin rê bidin der. Ew dixwazin destûrên rûniştina daîmî rakin û ji Ajansa Koçberiyê re hêsantir bikin ku destûrên rûniştinê yên ku berê hatine dayîn vekişîne. Ew dixwazin bi pêwîstiya zanîna zimanê Swêdî û zanîna civaka Swêdî bûyîna hemwelatîbûnê dijwartir bikin. Ji bo ku hûn bibin hemwelatî divê hûn 8 salan li Swêdê jiyan bin. Hemwelatîbûna li Swêdê kane ji kesên ku van merc û şertan pêk tînin re were dayîn. Daxwazên bilindtir dê ji hemwelatiyên biyanî yên ji dayikbûyî re bêne danîn ku berpirsiyariya entegrasyonê li Swêdê bigirin ser xwe (Siyaseta entegrasyonê ya li ser bingeha daxwazê). Ev jî tê wateya ku berî ku koçber kanibin xwe bigihînin xweşiya civakî ya Swêdî pêwîstî bi kar û dayîna bacê heye, ev tê wê wateyê, wek nimûne, kesên kêmendam divê bikevin bazara karî da ku bibin xwedî mafê alîkariya rojane.

  • Divê asta herî kêm a polîtîka koçberiyê ya Yekîtiya Ewropî were pêşkêş kirin.
  • Maf dê di pêvajoya penaberiyê de lawaz bibin, û çendîn sînorkirinên pêşniyarkirî hene, wek ku ji penaxwazan tê xwestin ku xercên wergêr, parêzer, xwarin û razanê bidin.
  • Koçberiya ji bo kar li Swêdê dê dijwartir be.
  • Hevdîtina malbatan dê dijwartir be.
  • Divê koçber bên dilxwazkirin ku vegerin welatên xwe yên berê.
  • Dê jimartin bê kirin. Peymana Tîdo negot ev dê çawa were pêkanîn, lê hemî niştecîh dê bêne hejmartin da ku bibînin ka kî bi qanûnî li Swêdê dimîne.
  • Ji bo biryarên dersînorkirinê wê qanûn bên dirêjkirin an jî betalkirin. Ev tê wê wateyê ku dewlet zêdetir wext heye ku biryara dersînorkirinê bide, yanî kesên ku li benda biryarekê ne, wek nimûne nikanin li karekî bigerin.
  • Qedexeya rêwîtiya vegerê divê demek dirêjtir bidome, ango heke hûn ji Swêdê dernekevin dema ku tê gotin ku hûn neçar in, hûn nikanin demek dirêj venegerin.
  • Divê rayedar ji bo derxistina mirovan zêdetir hevkariyê bikin.
  • Zêdetir kontrolên navxweyî dê ji bo biyaniyan di polîs de bêne danîn. Di van lêkolînan de gengazî û îmkana girtina nimûneyên DNAyê dê bê lêkolînkirin.
  • Ji ber ku hemû rayedar polîs û Ajansa Koçberiyê agahdar dikin ger rastî kesekî ku destûra rûniştinê tune be, mecbûrî ragihandinê ye.
  • Divê li Daîreya Koçê zêdetir cihên binçavkirinê bên dayîn û çavdêriya kesên li benda biryara dersînorkirinê ne, were zêdekirin.
  • Di pêvajoya hilbijartinê de "Nirxên Swêdî" wê her sal kêmtir penaber werin qebûlkirin (900 li şûna 5000 berê). Bi taybetî behsa kesên LGBTQ û jin û keçan tê kirin.
  • Ji bo bidestxistina xweşbûna civakî divê mirov pêşî li Swêdê bixebite û bacê bide. Ev wekî jêhatîbûna lênêrînê tê zanîn, di nav de alîkariya zarokan, xanî, dêûbav û alîkariya darayî.
  • Divê destûr were dayîn ku şaredarî alîkariya aborî bidin koçberên bê belge.
  • Şaredarî û rayedar dema ku bi kesên ku bê destûr li Swêdê dimînin re têkilî deynin, mecbûr in ku Daîreya Koçê û Daîreya Polîsê ya Swêdê agahdar bikin. Ev tê wê wateyê ku rayedarên ku ew kes bi wan re kane têkilî deyne dê berpirsiyar bin ku mafê qanûnî yê mayîna kesê li Swêdê berî ku bi wî re bazirganiyê bikin, nas bikin.
  • Divê cezayên pirzewaciya bi gelek jinan re û zewaca zarokan bên zêdekirin.
  • Dema ku biyaniyan bi sûcekî sûcdar têne tawanbar kirin, divê mijara dersînorkirinê her dem were hesibandin. Ango dadgeh divê hertim cezayê dersînorkirinê li ber çavan bigire eger kesê ku ne xwediyê hemwelatiya Swêdî ye sûcek bike. Ango sînorên qanûnî yên cezayê dersînorkirinê hatine daxistin.
  • Hevkariya bi welatên biyanî re ji bo bidestxistina vegera dilxwazî ​​dê were berfireh kirin û ji bo dilxwazîkirina vê yekê dê polîtîka arîkarî û piştgiriyê were bikar anîn.

5 • DIBISTAN

Mijara dibistanan bi giranî li ser hewcedariya pêşdebirina zanînê ye (divê zanîn li şûna têgihiştinê li ser bingeha rastiyan be). Divê demjimêrên dibistanê bêne dirêj kirin û zarok bêtir rastiyan fêr bibin û di mijara ku dixwînin bêtir zanistiyê bistînin. Partî dixwazin sîstema notkirinê biguherînin. Divê destûr nedin ku xwediyên dibistanên taybet di çend salên pêşîn de qezenc bikin. Ji bo zêdekirina hejmara mamosteyên pispor divê veberhênan bê zêdekirin. Partî dixwazin rêgezên zelal peyda bikin da ku rêzê di dersê de bicîh bikin. Divê dravwergirtina dibistanê ne ji şaredariyê ji aliyê dewletê ve bê dayîn. Ango dibistan li şûna ku pereyek yekcar werbigirin, her xwendekarek têne fînanse kirin.

  • Pergalek nû ya nirxandinê dê were danîn.
  • Divê zêdetir giranî li ser zanîna rasteqînî bête dan.
  • Dabeşkirin dê di çend salên pêşîn de piştî ku dibistanek were damezrandin an xwedan guheztin were qedexe kirin.
  • Divê di dibistanan de zêdetir rêgezên rêzê werin danîn.
  • Divê hemû xwendekar zêdetir Swêdî û matematîkê bixwînin, ku tê wateya dirêjkirina demjimêrên xwendinê.
  • Divê mamoste kanibin biryar bidin ku hin şagirt divê demek dirêjtir li dibistanê bimînin, piştî dibistanê an di dema betlaneyê de.
  • Divê xwendevanên astengdar gengaz e ji bo demek dirêjtir ji dibistanê werin rawestandin.
  • Dê hêzek zêdetir were dayîn mudîr ku xwendevaan veguhezînin komên taybetî, an jî "Dibistanên Rojane", ku li wan deran destûr nayê dayîn ku di pola xwe ya birêkûpêk de bibin.
  • Dê ji mamosteyan were xwestin ku her sûcên ku li cîhê dibistanê an bi wan re têkildar in, ragihînin.

6 • GEŞEDARÎ Û ABORIYA MALÊ

Beşa aborî ya Peymana Tîdo-Rastgiraa Kevneşopiye. Ev yek di rastiyê de xuya dike ku dê ji bo karsaziyan hêsantir be, û ji bo kesên ku ji berê bêtir pêwîstiya wan bi berjewendiyan heye hîn dijwartir û dê bac kêm bibin. Dê bacên malveşarî jî kêm bibin. Li ser kêmkirina mûçeya betaliyê tiştek nehat kirin, lê di civîna çapemeniyê de dema ku Peymana Tîdo hat destnîşankirin hat gotin. Malbat ji bo bihayên bilind ên elektrîkê dê tazmînatê werbigirin û bihayê sotemeniyê dê bi girîngî were daxistinê, beşek jî bi daxistina sozdariya kêmkirina sotemeniyên fosîl bo asta herî kêm a Yekîtiya Ewropî. Divê bacên pargîdanî reqabetê bin û pargîdanî divê baş werin teşwîq kirin ku di lêkolînê de veberhênan bikin û çêtir kanibin jêhatîbûna sereke bikşînin û bihêlin. Başkirina şert û mercên ji bo pargîdaniyên piçûk û navîn ku mezin bibin û kar bikin. Daxwazên bilind dê li ser kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariya karûbarên civakî heye.

  • Dê sînorek li ser tezmînatan hebe û yên ku tezmînatê werdigirin dê neçar bin ku tev li çalakiyên girîng ên civakî bibin da ku jê sûd werbigirin.
  • Divê bîmeya tenduristiyê ji bo kesên ku ji ber nexweşiyê nikanin bixebitin ewlehiya darayî peyda bike.
  • Divê baca kar ji bo kesên ku dahata kêm û navîn werdigirin were kêm kirin.
  • Divê baca ji bo teqawîdan bê kêmkirin.
  • Dê bac li ser teserûfê kêm bibin.
  • Bihayên sotemeniyê kêm bikin.

7 • MIJARÊN DIN

Xala dawî ya peymanê mijarên wekî medya, çand û zarokjiberkirinê/kurîtajê ye. Xweserî û cihêrengiya medyayê dê hêsan bibe. Xizmeta giştî divê bi serê xwe be û fînansgeriya wê ya demdirêj bê domandin. Di qada medyayê ya nû ya beşî de, divê çalakiyên xizmetguzariya giştî wekî beşek ji binesaziya demokratîk were pêşxistin. Divê kontrola siyasî ya li ser naveroka çandî bê kêmkirin, zagûnek çandî ya Swêdê were pêşxistin.

  • Divê serxwebûna medyaya giştî bê parastin û fînansekirina wê di demek dirêj de were domandin.
  • Ji bo kêmkirina kontrola siyasî ya li ser naveroka çandî divê tedbîr bên girtin.
  • Dê zagûnek çandî ya Swêdî were veguhartin. Ev tê wê wateyê ku welat dê berhemên çandî yên girîng ên ku dê çanda Swêdî nûner bikin, çêbike

Skapa din hemsida gratis! Denna hemsidan är skapad via Webnode. Skapa din egna gratis hemsida idag! Kom igång