Kurdî: Peymana Tidö rawestîne

Hukumet bi Demokratên Swêdê re hevkari dike û siyaseta nîjadperestî pêktîne

Li Swêdê niha, partiyên Moderaterna, Kristdemokraterna û Liberalerna bi hevkarîya Demokratên Swêdê (bi paşerojekneo-Nazi) bi reya peymana Tidö hikumetê avakirine. Pêşniyara Demokratên Swêdê di bingeha hevdîtina Tidö de zêdetirîn derfet girtî ye.

Hevdîtina Tidö nîjadperest e. Ev peyman di kesên ji welatên din hatine Swêdê wek pirsgirika herê mezin dibîne.Nîjadperestiyê normalîze û rewa dike.

Partiya Çep dijî peymana Tidö ye. Ev peyman dijê penabera ye û nîjadperest e.

Gelo ji ber çi peymana Tidö dijê penabera ye û nîjadperest e?

  • Yê pir pir zêde zehmet be ku mirovên penaber, wek endamên malbata an jî penaberên kar werin û di Swêdê de bijîn.
  • Hêmanên azadiya penaberan penaxwaz kêm dibe û penaxwazên di zindanên taybet de werin girtin.
  • Di heman demê de heke we koç kiribe yê mayîna li Swêdê pir dijwartir be.
  • Dê kontrolên sînorên hundirîn bên zêdekirin û DNA jî yê di qeydên lêgerînê de bên komkirin û tomarkirin.
  • Danasîna herêmên lêgerîn/serdanê yên ku polîs yê bikaribe di her kêliyê de bêyî ku gumana sûcan hebe, polîsên her kesî bide sekinandin.
  • Zêdekirina îmkanên lêgerîna laş, lêgerîna li çenteyên mirovan û valakirina medyaya dîjîtal a wan di dema kontrolên sînorên navxweyî de yê mumkun be.
  • Danasîna erka raporkirinê heke rayedarek bi kesên ku dibe ku bêbelge bin re rû bi rû were.
  • Wergirtina hemwelatîbûna swêdê dijwartir dike û betalkirina hem destûra rûniştinê û hem jî hemwelatîbûnê hêsantir dike.
  • Destûrên rûniştina daîmî dê bên rakirin, û derxistina koçberan bi hincetên "reftara xirab" dê pir hêsantir be.
  • Mafên sînordar ên civakî û aborî yên koçberan û danîna tedbîrên tundtir ji bo penaxwazan.

Peymana Tidoyê nirx û peymanên bingehîn ên însanî yên ku Swêd pejirandine û herwiha qanûna bingehîn a Swêdê binpê dike. 

Heke hûn dixwazin beşdarî şerê li dijî Peymana Tidö bibin, hûn bi xêr hatin ku beşdarî Partiya Çep bibin (bi swêdîn) 

You are needed in the Left Party: Together for justice, equality, anti-racism and the environment

Left Party, Malmö 

Skapa din hemsida gratis! Denna hemsidan är skapad via Webnode. Skapa din egna gratis hemsida idag! Kom igång